Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şahînbeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber pirsgirêka deynan pevçûna bi çekan derket, 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî îdiayan, di navbera du aliyên ku dijmintiya hev dikirin de li ser deynan nîqaş derket.
Nîqaş di demeke kurt de mezin bû û veguherî pevçûna bi çekan.
Di pevçûna ku çek hatin bikaranîn de kesek li cihê bûyerê mir.
Yasin O.yê 33 salî yê ku birîndar bûbû jî li nexweşxaneyê mir.
5 kes birîndar bûn
Di pevçûnê de Huseyin O. (18), Murat O. (46), Mustafa O., Mehmet O. û kesekî din ê ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya ewil birîndaran veguhastin Nexweşxaneya Bajêr a Dîlokê, Nexweşxaneya Dewletê ya Abdulkadîr Yuksel û Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîlê.
Cenazeyên her du kesan jî piştî kar û barên fermî birin morga Saziya Tiba Dadî ya Dîlokê.
Piştî bûyerê tîmên cendirmeyan li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh standin.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.


.webp&w=3840&q=75)
