Hewlêr (Rûdaw) - Sînan Çîftyurek diyar kir ku di pêvajoya nû ya li Sûriyeyê de saziyên xweser ên li Rojavayê Kurdistanê tên tasfiyekirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek bangî serkirdayetiya siyasî ya HSD û Rêveberiya Xweser kir ku di hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de wezîfeyan wernegirin.
Sînan Çîftyurek li ser hesabê xwe yê Xê derbarê rewşa dawî ya li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Çîftyurek diyar kir ku armancên "yek dewlet, yek artêş, yek parlamento û yek ala" hatine bicihanîn û ji ber vê yekê jî xweseriya saziyên leşkerî û siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bûye.
Sînan Çîftyurek da zanîn ku hikûmeta niha li dijî naskirina Kurdan a di Destûrê de ya wekî netewe derdikeve û Kurdî tenê wekî "dersa vebêjirk" disepîne.
‘Divê Kurd di birêvebiriyê de cih negirin’
Parlamenterê DEM Partiyê anî ziman ku heta ev nêzîkatî neguhere divê Kurd di birêvebiriyê de cih negirin.
Çîftyurek destnîşan kir ku perwerdeya bi Kurdî ya ji dibistana seretayî heta zanîngehê û naskirina nasnameya Kurdî ya di Destûrê de divê wekî "xeta sor" werin parastin.
Sînan Çîftyurek li ser wezîfeyên burokratîk ên ku dibe Kurd li Şamê wergirin jî diyar kir ku eger Mezlûm Ebdî bibe "şêwirmend" an "misteşar", ev yek dê ji bo siyasetê bibe "şikandina rûmetê".
Wî destnîşan kir ku wezîfeyên bi vî rengî dê Mezlûm Ebdî ji siyasetê qut bikin û ev yek daxwaza Tirkiyeyê ye jî.
Çîftyurek di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Armancên 'Yek Dewlet, Yek Artêş, Yek Parlamento/Hikûmet û Yek Ala' hatin temamkirin.
Yanî xweseriya saziyên leşkerî-siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê hat tesfiyekirin.
Hikûmeta HTŞyê niha li dijî naskirina Kurdan a di destûrê de ya wekî netewe derdikeve û disepîne ku zimanê Kurdî ne zimanê perwerdeyê yê neçarî lê DERSA VEBIJÊRK be!
Heta ku hikûmeta Sûriyeyê di van her du mijaran de helwesta xwe neguhere, divê Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed û kadroyên din ên siyasî yên Kurd di hikûmeta Sûriyeyê de yan jî di burokrasîya bilind de wezîfeyan wernegirin.
Her wiha eger Mezlûm Ebdî bibe 'Şêwirmendê' Şer an jî wezîfeyên burokratîk ên wekî misteşarî û hwd. wergire, ev yek dê hem ji aliyê siyasî ve bibe şikandina rûmetê û hem jî dê bibe sedema qutkirina Ebdî ya ji siyasetê ku ev daxwaza Tirkiyeyê ye jî.
Di vê qonaxê de divê xeta sor a siyaseta Kurdan, naskirina Kurdan a di Destûrê de û parastina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ya ji dibistana seretayî heta zanîngehê be."
“Tek Devlet, Ordu, Parlamento/Hükümet ve Bayrak” hedefleri tamamlandı.
— Sinan Çiftyürek (@canbegyekbun) August 27, 2026
Yanı Batı Kürdistan’da ki askeri-siyasi kurumların özerkliği tasfiye edildi.
HTŞ Hükümeti şimdi de Anayasa’da Kürtlerin millet olarak tanınmasına karşı dururken, Kürt dilinin zorunlu eğitim dili değil SEÇMELİ… pic.twitter.com/0FhrY3z25X



