Hewlêr (Rûdaw) - Murat Karayilan diyar kir ku ji ber şert û mercên şer derfeta wan çênebûye ku nasnameyên gerîlayên PKKyê yên ku canê xwe ji dest daye di dema xwe de eşkere bikin.
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan li ser hejmara gerîlayên PKKyê yên ku canê xwe ji dest daye agahî dan û eşkere kir:
“Ji sala 1976an heta 2026an 25 hezar û 922 PKKyî şehîd ketine, bi yên ku neketine qeydan re ev hejmar gihîştiye nêzîkî 27 hezaran.”
PKKyê rojên dawiyê nasnameyên 230 endamên xwe yên ji Amed, Wan, Gever, Cizîr û Mêrdînê eşkere kirin.
Murat Karayilan li ser eşkerekirina bikom a nasnameyên endamên PKKyê yên ku di dem û herêmên cuda de canê xwe ji dest daye û li ser hejmara giştî ya PKKyiyên ku canê xwe ji dest daye axivî.
Karayilan got ku “ji ber şerê dijwar ê salên dawiyê û sedemên ewlehiyê” agahiyên hinek PKKyiyan dereng gihîştine biryargehê.
Karayilan da zanîn ku PKKyiyên ku ji raya giştî re nehatine eşkerekirin jî hene û 520 PKKyî li benda eşkerekirinê ne û da zanîn:
“Me berê jî li ser vê mijarê ji bo gelê xwe û raya giştî hinek tişt anîbûn zimên.
Bi taybetî di 10 salên dawiyê de tevgera me rûbirûyî êrişên mezin ên îmhakirinê hat.
Em di şerekî gelekî giran de bûn. Dema ku şer berdewam dikir ji bo ewlehiya hevalan em neçar man ku sîstema xwe ya ragihandinê rawestînin.
Ji ber vê yekê li ser şehadetan agahiyên gelek hevalên me di dema xwe de negihîştin biryargehê.
Agahî dereng hatin lê di vê navberê de şer berdewam dikir û her roj şehadet çêdibûn.
Loma derfet çênebû ku em şehadetên berê rabigihînin lê ev şehadet di nava me de dihatin zanîn.
Wekî mînak, ji bo van şehîdên ku bibîranînên wan hatin kirin me di nava xwe de gelek civîn kirin û nîqaş meşandin.
Lê ji bo raya giştî û malbatan tenê di vê serdemê de derfeta me ya eşkerekirinê çêbû.
Yanî ez hêvî dikim ku gelê me, bi taybetî jî malbatên me yên hêja yên şehîdan ji vê rewşê fêm bikin.
Ez bawer dikim ku ew dê ji vê rewşê fêm bikin. Çimkî şert û mercên ku tevgera me tê de bû ne asayî bûn.
Di vê serdemê de em dê hemû şehîdên xwe eşkere bikin. Yanî em dê bi raya giştî û malbatên hêja re parve bikin.
Ji Bakurê Kurdistanê 520 şehîdên me man. Ji parçeyên din ên Kurdistanê jî şehîdên me hene lê niha hejmara wan kêmtir e.
Di hefte û meha pêşiya me de em dê hewl bidin hemû şehîdan eşkere bikin.
Li ser vê mijarê xebatên me û saziyên pêwendîdar tên meşandin.
Loma di demeke ne gelekî dûr de em dê şehîdên hemû şoreşê bi raya giştî û malbatên hêja re parve bikin.”
“Di 50 salan de 25 hezar û 922 şehîdên me hene”
Karayilan di hevpeyvîna xwe ya bi ANFyê re de li ser hejmara PKKyiyên ku canê xwe ji dest daye amarên berfireh parve kirin û diyar kir ku ji sala 1976an heta 2026an 25 hezar û 922 PKKyî ketine qeydan û bi yên ku neketine qeydan re ev hejmar gihîştiye nêzîkî 27 hezaran.
Daxuyaniya Karayilan a li ser mijarê wiha ye:
“Dibe ku em cara ewil şehîdên xwe bi komî eşkere dikin.
Şehîdên me yên ewil sala 1976an çêbûn. Ji sala 1976an heta 1983yan 173 şehîdên me hene.
Ji sala 1984an heta 2000î 13 hezar û 778 şehîdên me hene.
Ji sala 2001ê heta 2026an 7 hezar û 949 şehîdên me hene.
Ji sala 2015an heta 2026an 760 şehîdên rêxistina YPSyê hene.
Ev hemû şehîdên ku li Bakurê Kurdistanê çêbûne ne.
Dîsa wekî ku tê zanîn midaxeleya me ya li hemberî DAIŞê çêbû, di serî de li Şingal û Kobaniyê li Rojavayê Kurdistanê.
Wekî ku tê zanîn li Kerkûk û Mexmûrê jî midaxeleyên bi vî rengî çêbûn lê me ew şehîd ji Bakur hesibandin.
Lê belê di şerê li dijî DAIŞê de, li Kobanî, Rojava û Şingalê 3 hezar û 262 şehîdên me hene.
Di 50 salan de, yanî ji sala 1976an heta 2026an bi giştî 25 hezar û 922 şehîdên me hene.
Hinek şehîdên me yên ku neketine qeydan jî hene.
Bi taybetî di navbera salên 1984 û 2000î de hinek hevalên me hene ku neketine qeydan.
Em bawer dikin ku nêzîkî hezar hevalên me ne. Dibe ku ji hezarî zêdetir jî bin.
Dema ku em wan jî dihesibînin hejmara giştî ya şehîdên me nêzîkî 27 hezaran e.
Bê guman şehîdên me yên sivîl jî hene. Mixabin me hîn hejmara temam a şehîdên xwe yên sivîl zelal nekiriye lê hejmar di navbera 5 hezar û 10 hezaran de ye.
Di pêvajoya pêşiya me de bi alîkariya saziyan em dikarin hejmara şehîdên sivîl ên li Bakurê Kurdistanê jî zelal bikin.
Bi giştî agahiya ku ez dê li ser şehîdan bidim ev e.”
Cenaze di bin kontrola me de ne
Karayilan got ku cihên cenazeyên PKKyiyan tên zanîn û anî ziman:
“Li ser van şehîdên me yên dawiyê yên ku navên wan hatin eşkerekirin bila malbat piştrast bin, ji bilî çend hevalan, cenazeyên piraniya wan di bin kontrola me de ne.
Em girîngiyê didin vê mijarê. Niha em wan tînin cem hev, em dixwazin li goristana şehîdan hemûyan bînin cem hev.
Em li ser vê meseleyê radiwestin. Yanî em dê destûrê nedin ku şehîdekî me jî winda bibe.
Heta ku ji destê me tê, bê guman em ji kesên ku dizanin jî alîkariyê dixwazin.
Em dixwazin hemû şehîdên xwe bînin cem hev.”



