Hewlêr (Rûdaw) - 14 siyasetmedarên Kurd ên ku di çarçoveya operasyonên li dijî birêvebirên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) de li Amedê û çend bajarên din hatibûn desteserkirin, piştî kar û barên li dadgehê hatin berdan.
Hemû 14 siyasetmedarên Kurd ên ku sewqî dadgehê û dozgeriyê hatibûn kirin serbest man.
Biryara berdanê ji aliyê malbat, parêzer û welatiyên ku li ber dadgehê li bendê bûn ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Operasyon li 6 bajaran hatibû kirin
Operasyonên ku navenda wan Amed bû, sibeha 17ê Çiriya Paşîna 2026an li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê li bajaran hatibûn kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn li Enqereyê û 2 kesên din jî li Îdirê li dozgeriyê îfadeyên xwe dan û piştre hemû kesên desteserkirî hatin berdan.
Di nav 14 siyasetmedarên Kurd ên ku di operasyonan de hatibûn desteserkirin de Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay û nûnerê PÊLKURDê Fuat Onen hebûn.
Her wiha siyasetmedar û kesayetên serbixwe yên wekî Alî Oncu, Rojbîn Bukun, Alî Çeven, Aryan Serhed û Alî Aydin jî di nav kesên desteserkirî de bûn.
Li aliyê din, polîsan di heman operasyonê de bi ser mala Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk a li Stenbolê de jî girtibû lê ji ber ku Ozçelîk wê demê li Hewlêrê bû nehatibû desteserkirin.
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çawa hatibû avakirin?
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) 7ê Çiriya Paşîna 2026an di konferanseke li Amedê de bi beşdariya 170 siyasetmedaran hatibû damezirandin û encumeneke 51 kesî hatibû avakirin.
HEVBENDÎ 9ê Çiriya Paşîn bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hatibû ragihandin.
Ev hevbendî ji aliyê partî, tevger û kesayetên serbixwe yên Bakurê Kurdistanê ve hatiye avakirin û di nava wê de PSK, PWK, PDK-Bakur, PÊLKURD, û Înîsiyatîfa Niştimanî ya Kurdistanê cih digirin.
Piştî operasyonan hem PSKyê û hem jî HEVBENDÎyê bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşan dabû û tekez kiribû ku ew dê têkoşîna xwe ya siyasî bidomînin.


