Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê termê mêrekî li qadeke vala hat dîtin.
Li nêzîkî cihê kargehên mobîlyayan, hinek kesan bala xwe da otomobîla bi plakaya 27 L 1921 a ku li kêleka rê parkkirî bû.
Wan her wiha mêrekî li nava zeviyê dît ku bê liv û tevger dirêjkirî bû û wan yekser agahî da polîs û tîmên tenduristiyê.
Tîmên tenduristiyê piştî ku xwe gihand cihê bûyerê û kontrolên xwe kirin û diyar kir ku ew kes miriye.
Polîsan li cihê bûyerê lêkolînên berfireh kirin.
Tîmên tenduristiyê paşê termê wî mêrî ji bo otopsiyê şand Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.



