Hewlêr (Rûdaw) - Sê çavkaniyên berpirs ên li Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku Amerîkayê bi fermî wezareta wan agahdar nekiriye ku dê peymana alîkariyên darayî rawestîne yan dirêj bike.
Kanalê BBCyê di raporekê de li ser zarê çavkaniyên xwe ragihand ku birêvebiriya Donald Trump plan dike alîkariyên leşkerî yên ji bo Herêma Kurdistanê bibire.
Çavkaniyeke agahdar a ji Wezareta Pêşmergeyan li ser mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Li gorî peymana Koalîsyonê û Wezareta Pêşmergeyan, hîn du beşên alîkariyên darayî yên Koalîsyonê mane ku werin şandin.
Ew alîkarî ji bo mehên Tebax û Îlonê ne û dê werin şandin.”
Wî berpirsî her wiha anî ziman, “Ji bo bidawîhatina alîkariyan, Amerîkayê bi fermî tiştek ji Wezareta Pêşmergeyan re negotiye.”
Plana nû ya welatên Koalîsyonê
Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku komeke Koalîsyonê ya bi navê MNAGê heye ku çavdêriya pêvajoya çaksazî û alîkariyên wezaretê dike.
MNAG ji Amerîka, Almanya, Fransa, Îtalya û Holendayê pêk tê.
Berpirsekî Wezareta Pêşmergeyan ji Rûdawê re got:
“Li gorî gotina endamên MNAGê ji bo berpirsên Pêşmergeyan, ew li ser rêyeke nû difikirin da ku bi awayekî nû li gel Herêma Kurdistanê berdewam bin.”
Heman berpirsî eşkere kir ku di nav Koalîsyonê de Almanyayê biryar daye piştî vekişîna 30ê Îlonê, vegere Herêma Kurdistanê û bi navekî cuda li gel Pêşmergeyan xebatên xwe berdewam bike.
Guherînên li herêmê û daxwaza Pêşmergeyan
Wî berpirsî destnîşan kir ku berpirsên Wezareta Pêşmergeyan ji berpirsên Koalîsyonê re gotiye:
“Guhertinên li herêmê, rewşa aloz û şer wiha dixwaze ku Amerîka û Koalîsyon bimînin.
Em bi hêvî ne ku daxwaza me were qebûlkirin.”
Li gorî rapora BBCyê, hêzên Pêşmergeyan ku hejmara wan nêzîkî 180 hezarî tê texmînkirin, sala darayî ya 2026an 61 milyon dolarî alîkarî ji bo kirîna çekan, tecrube û meaş ji Pentagonê wergirtiye lê belê ev peyman 30ê Îlonê bi dawî dibe.
Çavkaniyên Rûdawê dibêjin:
“Heta îro 29ê Tebaxê, ti nivîsên fermî ji Amerîkayê negihîştine ber destê Wezareta Pêşmergeyan ku peyman bi dawî dibe yan tê dirêjkirin.
Heke niyeta Amerîkayê hebe jî, heta niha Herêma Kurdistanê agahdar nekiriye.”
Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Pêşmergeyan ji Rûdawê re da zanîn ku Amerîkayê bi fermî ew agahdar nekirine ji bo rawestandin an dirêjkirina peymana alîkariyên darayî lê belê di rojên pêş de berpirsên Wezareta Pêşmergeyan û hêzên Amerîkayê dê li ser vê mijarê biaxivin.
Li gorî rapora BBCyê, peymana di navbera Pentagonê û Wezareta Pêşmergeyan de 30ê Îlonê diqede.
Ev dîrok bi dema vekişîna temam a hêzên Amerîka û Koalîsyonê ya ji Îraqê re hevdem e.
BBC dibêje ku Pentagonê pêşniyar kiriye di budceya sala 2027an de hemû ev alîkarî werin birîn.
Pentagon vê yekê bi hinceta ku DAIŞ têk çûye û divê ew budce ji bo cihên din were veqetandin dixwaze.



