Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo gerîlayên PKKyê konên sersaxiyê hatin vedan.
Ev bernameyên şînê û bîranînên girseyî dê îro li navçeya Nisêbînê bi dawî bibin.
Konên sersaxiyê hatin vedan
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî Piştgirî Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirine re (MEBYA-DER) konên sersaxiyê hatin vedan.
Ev kon ji bo wan gerîlayên PKKyê hatin vedan ku di dem û cihên cuda de canê xwe ji dest daye.
Konên sersaxiyê û bîranînên girseyî li Amedê û navçeyên wê Rêzan, Xana Axpar, Bismil, Farqîn û Peyasê hatin lidarxistin.
Her wiha li Stenbolê û navçeyên wê Bagcilar, Başakşehîr û Sancaktepeyê, li Wanê û navçeya wê Edremîtê jî kon hatin vedan.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî merasîmên bîranîn hatin lidarxistin.
Bernameya dawî li Nisêbînê ye
Doh saet 18:00an li Cizîrê bernameya bîranînê û şîna girseyî bi dawî bû.
Îro jî dê li Nisêbînê saet 18:00an bernameyeke din a bîranînê were lidarxistin.
Dê bi bernameya bîranînê ya li Nisêbînê, sersaxî û bîranînên girseyî îro bi dawî bibin.
Tê payîn ku rojên pêşiya me nasnameyên wan kesan bi awayekî eşkere werin ragihandin.



