Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar ê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, peyameke sersaxiyê belav kir.
Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana îro li Amedê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ji bo malbata Mehdî Zana û hevjîna wî Leyla Zanayê nîşan da.
"Yek ji xebatkarên navdar ên Kurd bû"
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Ez sersaxiyê ji malbata siyasetmedarê Kurd ê navdar Mehdî Zana re dixwazim.
Rêz û hurmet ji bo malbata wan a birêz, bi taybetî ji bo xwişka hêja Leyla Zanayê.
Mehdî Zana yek ji xebatkarên Kurd ên navdar bû ku jiyaneke dirêj di têkoşîna gelê Kurd de derbas kir. Ruhê wî şad û cihê wî bihuşt be."



