Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan û DEM Partiyê ji bo koça dawî ya Mehdî Zana peyamên sersaxiyê weşandin.
Siyasetmedarê navdar ê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Bakirhan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî xemgîniya xwe anî zimên û bi bîr anî ku wî berî çend rojan Mehdî Zana li nexweşxaneyê ziyaret kiribû.
"Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran dan"
Tuncer Bakirhan di peyama xwe de bal kişand ser giringiya Mehdî Zana ya di dîroka siyasî ya Kurdan de û got:
"Ji ber wefata Mehdî Zana gelek xemgîn im. Serê malbatê, heval û hogiran sax be.
Mehdî Zana têkoşerê demên herî zor û zehmet bû.
Ji bo doza gelê xwe berdêlên giran dan, jiyana xwe di vê rêyê de derbas kir. Cihê wî bihuşta nûranî be."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê peyama xwe wiha domand:
"Me Mehdî Zanayê ku yek ji navên hêja yên siyaseta Kurdî û Serokê berê yê Şaredariya Amedê ye, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin ziyaret kiribû.
Me hêvî kiribû ku ew di demeke nêzîk de baş bibe û vegere nav me. Mixabin îro nûçeya koça dawî ya wî gihîşt me.
Mehdî Zana di serdemên herî dijwar ên dîroka siyasî ya Kurdan de têkoşiya û ji bo nirxên ku jê bawer dikir berdêlên giran dan.
Ez di serî de sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî re, piştre jî ji hemû hezkiriyên wî û gelê Kurd re dixwazim."
DEM Partî: Em dê aştiyeke bi rûmet diyarî giyanê wî bikin
Li hêla din, Navenda Giştî ya DEM Partiyê jî ji bo koça dawî ya Mehdî Zana peyameke sersaxiyê weşand. Di peyama navendê de bal hat kişandin ser têkoşîna Mehdî Zana û hat gotin:
“Me bi xemgînî bihîst ku siyasetmedarê doza gelê Kurd Mehdî Zana koça dawî kiriye.
Serê malbatê û gelê Kurd sax be. Wî di temamê emrê xwe de ji bo aştiyeke bi rûmet li ber xwe da, berdêlên giran dan.
Deynê me ye, em dê aştiya bi rûmet ava bikin û diyarî giyanê wî bikin.”
Mehdî Zana ku wekî yek ji sembolên tevgera siyasî ya Kurdan tê naskirin, sala 1977an di hilbijartinan de wekî namzedê serbixwe bûbû Serokê Şaredariya Amedê.
Di jiyana xwe ya siyasî de ew rastî gelek girtîgeh û sirgûniyan hatibû.



