Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo redkirina biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdî xwenîşandanek hat lidarxistin.
Bi sedan xwendekar, mamoste û malbat tevlî xwenîşandanê bûn.
Xwenîşanderan pankartên wekî “Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafê me ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” hildan.
Meş ji Meydana Şehîd Cîhad dest pê kir û heta Qada Jina Azad berdewam kir.
Daxuyanî hatin xwendin
Li Qada Jina Azad piştî rêzgirtin û xwendina sirûda “Ey Reqîb”, daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hatin xwendin.
Di daxuyaniyan de hat xwestin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê were garantîkirin.
Xwenîşanderan diyar kir ku Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji nişka ve biryareke nû daye.
Li gorî wê biryarê, zimanê Kurdî dê tenê 3 demjimêran wekî dersekê were xwendin û materyalên din dê li gorî bernameya niştimanî bin.
"Nabe keda 15 salan têk biçe"
Gelê Amûdê ev biryar red kir û anî zimên ku ev 15 sal in xwendekar ji pola yekem heta zanîngehê bi Kurdî dixwînin.
Wan tekez kir ku zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û nabe ev keda 15 salan têk biçe.
Xwenîşanderan xwestr ku materyal û pergal wekî sala borî bimînin.
Her wiha wan bangî rayedaran kir ku bi lez destwerdanê bikin û bi paşeroja xwendekaran nelîzin.


