Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Sarîqamîş û Dîgorê yên parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê teyrok û barana gur bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li Sarîqamîşê piştî barana gur teyrokê (zîpik, gijlok) jî lê kir. Ji ber libên teyrokê yên bi qasî findiqan, her der spî bû.
Li ser kolan û rêyan golên avê çêbûn û ajokar ji ber ava kombûyî bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Baxçe û banên avahiyan bi teyrokê nixumîn û teyrokê ziyan da zeviyan jî.
Welatiyan hewl da wesayîtên xwe bi karton, naylon û betaniyan ji teyrokê biparêzin.
Dîgor
Li navçeya Dîgorê jî welatiyan ji ber teyroka ji nişka ve zehmetî kişand.
Ji ber teyrokê ziyan gihîşt zeviyan û tîman dest bi xebatên ji bo destnîşankirina ziyanê kir.


