Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kampanyayên berfireh ên paqijiyê bi beşdariya gel, sazî û dezgehên xwecihî berdewam dikin.
Şêniyên Kobaniyê ji bo ku bajarê wan paqij bimîne bi berdewamî tev li pêngavên paqijiyê dibin.
Nûçegihanê me Şivan Misî li Kobaniyê pengaveke nû ya paqijkirina bajêr şopand û li ser armanc û qonaxên nû yên vê xebatê bi Endama Desteya Jîngehê Hevîn Mûşoyê re axivî.
"Armanca me…"
Hevîn Mûşo derbarê xebatên paqijiyê wiha axivî:
"Ev pêngav ji aliyê desteya me, Kongra Star û PYDyê ve hatiye destpêkirin.
Armanca me ya ji vê pêngavê ew e ku bi qasî ji destê me were em bajarê xwe paqij bigirin û piştgiriyê bidin xebatên şaredariyê."
Ji bo bipêşvebirina vê çandê broşûr tên belavkirin da ku şêniyên Kobaniyê zanibin xebata nû dê li kîjan kolan û rêyan were kirin.


