Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê hejmara kesên ku di şewata beşa saunayê ya holeke werzişê de mirin derket 3yan.
Doh li Taxa Gultepeyê ya Êlihê, demjimêr derdora 16:20î di holeke werzişê ya taybet de ji ber sedemeke nediyar agir derket.
Li gorî nirxandinên pêşî, şewatê li beşa saunayê dest pê kiriye.
Piştî şewatê gelek tîmên agirvemirandinê, AFAD, UMKE û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Hejmara miriyan zêde bû
Tîmên rizgarkirinê 12 kesên ku di bin bandora dûmanê de mabûn derxistin û veguhastin nexweşxaneyên bajêr.
Du ji wan birîndaran doh li nexweşxaneyê mirin. Gulsum Oztekîn Tunça 27 salî ya ku dayîka 2 zarokan bû û bi giranî birîndar bûbû jî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê mir.
Bi mirina wê re hejmara kesên ku di vê bûyerê de mirin derket 3yan. Hat ragihand ku tedawiya 9 kesên din berdewam dike û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Xwarzêya Mehmet Şîmşek jî mir
Hat zanîn ku Emîne Yagniya ku dayîka 5 zarokan e jî di vê şewatê de miriye.
Emîne Yagnî ji bo avjeniyê (sobanî, melevanî) çûbû wê holê û ew xwarzêya Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek e.
Lêkolîn berdewam dikin
Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp diyar kir ku di şewatê de 12 kes di bin bandora dûmanê de mane û eşkere kir ku li ser sedema derketina agir lêkolînên tîman berdewam dikin.


