Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (PDKS-Partî) ji ber xelatên ku wergirtine Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.
Tora Medyayî ya Rûdawê ji ber pêşengiya xwe ya di warê weşangeriya dîjîtal û malperê de 3 xelatên navneteweyî yên dotCOMMê wergirtin ku yek ji wan Platînyûm e û du jî Zêrîn in.
Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (PDKS-Partî) di peyama xwe ya pîrozbahiyê de diyar kir ku ew bi nûçeya serkeftina Rûdawê gelekî kêfxweş bûne.
"Rûdaw li gorî standardên cîhanî dixebite"
Di peyamê de hat destnîşankirin ku xebatên Rûdawê di asteke navneteweyî de ne û hat gotin:
"Ev serkeftin rastiya wê yekê nîşan dide ku Tora Medyayî ya Rûdawê pêdiviyên nifşê nû û nifşên paşerojê pêk tîne.
Rûdaw li gorî standardên rojnamegeriya cîhanî dixebite."
Partiyê bal kişand ser xebatên profesyonel ên Rûdawê jî û wiha anî zimên:
"Rûdawê di dema xebata xwe ya profesyonel de tekez kiriye ku ew neynika kolana Kurdî ye.
Rûdawê bi hewldanên berdewam ên kadroyên xwe û piştgiriya serkirdeyên Herêma Kurdistanê, karîbûye xwe bi cîhanê bide nasîn."
Di dawiya peyamê de bi navê Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê û Sekretera Partiyê Nisrîn Îbrahîm pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê hatin kirin û ji Rûdawê re daxwaza serkeftin û bipêşketinên nû hat kirin.



