Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî sersaxî da siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê ku pêr hevjînê xwe Mehdî Zana koça dawî kiribû.
Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, pêr li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Cenazeyê Mehdî Zana doh li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bi beşdariya gelek kesan hat veşartin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo sersaxiyî telefonîLeyla Zanayê kir.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Bahçelî di wê pêwendiya telefonî de sersaxî ji Leyla Zanayê re xwestiye.
Erdogan jî telefonî Leyla Zanayê kiribû
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî doh telefonî Leyla Zanayê kiribû û ji ber koça dawî ya hevjînê wê sersaxî jê re xwestibû.
Mehdî Zana 20ê Kanûna Pêşîna 1940î li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bû.
Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de Serokatiya Şaredariya Amedê kir.
Ew yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû.
Her wiha wekî siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.
Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî.



