Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Amedê kongreya xwe ya 2yemîn a asayî li dar xist.
Di kongreyê de Mustafa Ozçelîk careke din wekî Serokê Giştî yê PWKyê hat hilbijartin.
Kongreya PWKyê 30yê Tebaxa 2026an li oteleke Amedê pêk hat.
Di destpêkê de li ser navê Desteya Amadekar Mehmet Can Azbay axivî û bixêrhatina mêvanan kir.
Ji bo serokatiya dîwanê Mehmet Selîm Uzun hat hilbijartin.
Beşdaran ji bo cangoriyên Kurdistanê bi sirûda Ey Reqîb rêz girt.
Serokê Dîwanê Mehmet Selîm Uzun bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî axivî.
Mehmet Selîm Uzun bi destnîşan kir ku PWKyê kongreya xwe ya damezirandinê jî bi Kirmanckî dest pê kiribû û ev yek bûye kevneşopiyek.
Peyama Mustafa Ozçelîk
Piştî vekirina kongreyê Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk derket ser dikê.
Mustafa Ozçelîk li ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn axivî.
Ozçelîk her wiha nêrînên partiya xwe yên li ser pêvajoya siyasî ya nû anîn zimên.
Gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rewşenbîr beşdarî kongreyê bûn.
Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û nûnerên gelek partiyên Kurdan tevlî kongreyê bûn.
Her wiha nûnerên ENKSyê, PSDKyê, KKP, Pêlkurd, PDK-Bakur û gelek saziyên wekî DTSO û GUNSÎADê jî amade bûn.
Helbestvanê Kurd Ahmedê Kurdî bi helbestên xwe coş da beşdaran.
Ozçelîk dîsa hat hilbijartin
Piştî nîvro kongre tenê bi beşdariya delegeyên PWKyê pêk hat.
Di hilbijartinê de Mustafa Ozçelîk bi yekdengî careke din wekî Serokê Giştî yê PWKyê hat hilbijartin.
Her wiha Meclîsa Partiyê ya nû jî hat diyarkirin.
Hat destnîşankirin ku di meclîsa nû de cih dane ciwanan û kongre bi serkeftî bi dawî bûye.



