Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Navenda Lêkolînan a Rawestê Di nava 4 salan de hejmara alîgirên Amedsporê 4 qat zêde bûye.
Lêkolîna bi navê "Di nava Kurdan de Têgihiştin û Alîgiriya Amedsporê" ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Navenda Lêkolînan a Rawestê ve hat kirin, amarên balkêş derxistin holê.
Li gorî lêkolînê, Amedspor li cem Kurdan ne tenê tîmeke werzişî ye lê wekî nîşaneyeke bihêz a nasnameyê tê dîtin.
Ev lêkolîna berfireh li 19 parêzgehên Tirkiyeyê bi rêya hevdîtina rû bi rû ya li gel 1471 welatiyên Kurd hat kirin.
Lêkolînê mezinbûna bihêz a alîgirên Amedsporê nîşan da.
Ev xebat berî rêwîtiya Amedsporê ya ber bi Lîga Super ve hat kirin û diyar kir ku hejmara alîgirên Amedsporê di çar salên dawî de ji 1 milyonî derketiye 4 milyonî.
Sêyeka Kurdan alîgiriya Amedsporê dike
Li gorî amarên lêkolînê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî sêyeka nifûsa Kurd a kesên temen mezin ku nêzîkî 12 milyon û nîv e, piştgiriyê dide Amedsporê.
Ji sedî 9ê beşdaran Amedsporê wekî "tîma xwe ya yekem" pênase dikin, ji sedî 23yê wan jî wekî "tîma xwe ya duyem" piştgiriyê didinê.
Ev amar nîşan didin ku tîm xwedî girseyeke mezin a alîgiran e ku digihîje 4 milyon kesan.
Ji lîstikê zêdetir nîşana nasnameyê ye
Amedspor ji bo alîgirên xwe ji 11 lîstikvanên li qada kesk gelekî zêdetir e.
Tenê ji sedî 24ê beşdaran tîmê tenê wekî "tîmeke fotbolê" dibînin.
Ji sedî 38ê wan tîmê wekî "nîşana nasnameyê" û ji sedî 8ê wan jî wekî "hem tîma fotbolê û hem jî hilgira nasnameyê" pênase dikin.
Lêkolîn diyar dike ku rêjeya kesên ku bawer dikin fotbol ji bo civaka Kurd qadeke nû ya derbirînê vedike, ji nîvî zêdetir e.
Sedema sereke ya eleqeya ji bo tîmê ne serkeftina werzişî ye lê hesta nasname û aîdiyetê ye.
Ziman û çand alîgiriyê xurt dikin
Yek ji encamên herî baldar ên lêkolînê, têkiliya bihêz a di navbera alîgiriya Amedsporê û girêdanên çandî de ye.
Li gorî amaran, her ku asta axaftina bi Kurdî zêde dibe, alîgiriya Amedsporê jî xurttir dibe.
Piştgiriya ji bo tîmê di nava kesên ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibin û hesta "Kurdîtiyê" li cem wan xurt e, di asta herî bilind de ye.
Her ku asta perwerdeyê bilind dibe eleqeya ji bo Amedsporê zêde dibe lê her ku temen mezin dibe rêjeya alîgiriyê kêm dibe.
Amedspor di rêza yekem de ye
Di lîsteya wan tîman de ku welatiyên Kurd herî zêde jê hez dikin, Amedspor di ser 10 puanan re bi 5,9 puanan di rêza yekem de ye.
Li dû Amedsporê bi 4,4 puanan Galatasaray û bi 4,1 puanan Batman Petrolspor tên.
Di lêkolînê de qala tercihên beşdaran ên di maçên neteweyî de jî hat kirin.
Nêzîkî du sêyeka Kurdên temen mezin diyar kir ku ew di maçên neteweyî de piştgiriya Tirkiyeyê dikin.
Ji sedî 18ê wan jî anî zimên ku ew piştgiriyê tîma rikaber.
Dema ku tîma bajarê ku lê dijîn û Amedspor tên pêşberî hev, encameke balkêş derdikeve holê.
Ji sedî 39ê beşdaran dibêjin ku ew dê piştgiriya tîma bajarê xwe bikin, lê ji her çar kesan kesek diyar dike ku ew dê piştgiriya Amedsporê bike.



