Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bihayê ampêrên elektrîka jeneratoran careke din hat bilindkirin.
Bilindkirina bihayê ampêran piştî wê yekê pêk hat ku dabeşkirina mazota xizmetguzariyê ya ji bo jeneratoran hat rawestandin.
Endezyar Nîdal Hacî Şakir ê ji bajarê Qamişloyê agahî dan Rûdawê.
Bihayê ampêrekê bû 28 dolar
Nîdal Hacî Şakir diyar kir ku xwediyên jeneratoran di komên WhatsAppê de agahiyek belav kiriye.
Li gorî wê agahiyê, bihayê ampêreke 8 demjimêrî bûye 16 dolar.
Eger welatiyek 4 ampêran bikêşe, divê mehane 64 dolaran tenê ji bo elektrîka jeneratoran bide.
Her wiha bihayê ampêreke 24 demjimêrî jî bûye 28 dolar.
Wate malbateke ku 4 ampêrên 24 demjimêrî bikêşe, divê mehane 112 dolaran bide.



.jpg&w=3840&q=75)