کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li Bexdayê li ser Şingalê civîneke ewlehiyê

Li Bexdayê li ser Şingalê civîneke ewlehiyê

Kurdistan

Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

01-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran01-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şingalê dê hêzên ewlehiyê ji nû ve bên bicihkirin.

Bi serpereştiya Ofîsa Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê li Bexdayê civîneke ewlehiyê ya bilind li ser rewşa Şingalê hat kirin.

Civîn li ser aramiya Şingalê, avedankirina wê û vegera koçberên wê bû ku Birêvebirê Ofîsa Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Ebdulemîr Şemerî serpereştiya civînê kir.

Di civînê de qala dîtina çareseriyê ya ji bo pirsgirêkan û pêkanîna ewlehî û rewşeke guncav a ji bo vegera koçberan hat kirin.

Her wiha ji nû ve rêkxistina bicihbûna hêzên ewlehiyê yên li navçeyê û bidawîanîna rewşa çekdariyê hat nîqaşkirin.

49 hezar malbat hîn nevegariyane

Li gorî amarên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, 49 hezar malbatên koçber ên Şingalê di nav kampên Herêma Kurdistanê û derveyî kampan de ne.

Ev malbat hîn nevegariyane cihên xwe yên berê.

Bidawîanîna rewşa çekdariyê

Serokên her du dezgehên îstixbarat û ewlehiya niştimanî yên Îraqê jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de tekezî li ser rêkxistina bicihbûna hêzên ewlehiyê û çalakkirina rola polîsên xwecihî hat kirin.

Her wiha bidawîanîna diyardeya çekdariyê ya li qezaya Şingalê hat xwestin.

Di heman demê de qala ji nû ve rêkxistina rewşa îdarî û çalakkirina rola hikûmeta xwecihî hat kirin da ku erkên xwe bi temamî bi cih bîne.

Peymana Şingalê

Sala 2020î di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ya ji aliyê ewlehî û îdarî ve Peymana Şingalê hatibû îmzekirin.

Li gorî wê peymanê, divê dosyeya ewlehiya navxweyî ya navçeyê radestî polîsên xwecihî bê kirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên