Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Dijîterorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku pergalên parastina asmanî yên Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li asmanê Hewlêrê 10 dronên bombebarkirî xistine xwarê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Dijîterorê de hat diyarkirin ku Hêzên Koalîsyonê di navbera demjimêr 01:13 û 03:31ê de li asmanê Hewlêrê 10 dronên bombebarkirî destnîşan kirine.
Hat diyarkirin ku Hêzên Koalîsyonê ew dron xistine xwarê û îmha kirine.
Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di van êrişan de ti kes nemiriye û ti zererên canî çênebûne.
Şer û pevçûnên di navbera Amerîka û Îranê de ji nû ve dest pê kir û şeva borî gelek êrişên cuda pêk hatin.
Artêşa Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de got ku wan bi mûşek û dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, navendeke çaksaziyê, depoyên kel û pelên teknîk û pergala bilindkirina balonên sîxuriyê yên Amerîkayê “hatine wêrankirin.”
Artêşa Pasdaran angaşt kir ku depoyên sotemeniyê yên baregehê jî şewitîne û “hinek leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.”
.webp&w=3840&q=75)

