Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 33 ciwanên din ên Kurd ji Lîbyayê vedigerin Herêma Kurdistanê.
Wezaretê her wiha da zanîn ku heta niha zêdetirî 300 ciwanan ji Lîbyayê hatine vegerandin.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî agahdarkirina hikûmetê ya li ser windabûna komeke welatiyan a li Lîbyayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî Wezareta Karên Navxwe û Fermangeha Pêwendiyên Derve erkdar kirin ku bi lezgînî rêkarên pêwîst bigirin ber xwe da ku ew werin dîtin, rizgarkirin û vegerandin.
Li gorî daxuyaniyê, hemû rêkarên yasayî yên wan 33 welatiyên Kurd temam bûne û dê hefteya bê bigihin Herêma Kurdistanê.
"8 mehan di girtîgehan de man"
Wezareta Karên Navxwe bal kişand ser rewşa zehmet a wan ciwanan û got:
"Hinek ji wan 8 mehan di girtîgehên Lîbyayê de man û di wê heyamê de her tim rûbirûyî metirsiya mirinê bûn."
Hişyariya li dijî koça neyasayî
Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din hişyarî da ciwan û malbatên wan û giringiya xweparastina ji koça neyasayî bi bîr xist.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Ev cureyê koçberiyê ne tenê metirsiyê li ser jiyana wan çêdike, belkî dibe sedema binpêkirina yasayên welatên din û lêpirsîneke tund a yasayî bi xwe re tîne."
Wezareta Karên Navxwe her wiha ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha karîbûye 302 koçberên neyasayî di rewşên cuda de rizgar bike û vegerîne Herêma Kurdistanê.
Di çend rojên bê de jî ew 33 koçberên din dê bigihin nav malbatên xwe.



