Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Mazlum Ateş sala 2017an li Bedlîsê di şerekî de canê xwe ji dest da û vê dawiyê piştî testa DNAyê ji goristana bêkesan a li Wanê hat derxistin, li bajarê xwe Amedê ji nû ve hat veşartin.
Gerîlayê HPGyê Mehmet Mazlum Ateşê bi nasnavê Adil Amed 13ê Kanûna Paşîn a 2017an li Bedlîsê di şerekî de canê xwe ji dest da.
Cenazeyê Ateş piştî ku DNAya wî û ya malbata wî li hev girt, ji goristana bêkesan a li Wanê hat derxistin.
Piştî mirina Ateş malbata wî heman salê çû Bedlîsê û cenaze ji wêneyan nas kir lê cenaze bi hinceta ku lihevhatina DNAyê nehatiye dîtin, nedan malbatê.
Nêzîkî 6 meh berê malbatê testeke din a DNAyê kir û 5 roj berê ji wan re hat gotin ku lihevhatinek hatiye dîtin û cenaze li goristana bêkesan a li Wanê hatiye veşartin.
Piştî vê agahiyê endamên malbatê çûn Wanê û ji aliyê MEBYA-DERê ve hatin pêşwazîkirin.
Dayîka Mehmet Mazlum Ateş, Rindê Ateşê cenazeyê kurê xwe wergirt.
Ateş li Goristana Yenîkoyê ya li Amedê hat veşartin.
Dayîka wî gotibû, "Kurê min ne bêkes e"
Rindê Ateşê meha Cotmehê ya 2018an daxuyaniyek dabû û gotibû:
"Kes ne bêkes e. Ez dixwazim cenazeyê kurê xwe wergirim û li Amedê veşêrim.
Daxwaza min tenê ew e ku goreke kurê min hebe.
Kurê min ne bêkes e, çima ew li goristana bêkesan tê veşartin?"



