Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 10 kes bi hinceta beşdariya şîna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin desteserkirin.
Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ragihand ku îro polîsan li Amedê bi ser hinek malan de girt.
Di operasyonê de 10 kes bi tohmeta beşdariya şîna gerîlayên PKKyê yên ku di şer û pevçûnên demên cuda de canê xwe ji dest daye hatin desteserkirin.
OHDyê destnîşan kir ku ev operasyon di serdemekê de tê kirin ku hêvî û bendewariyên xurtkirina avhewayê aştiyê zêde dibin û got:
"Pêvajoya civaka demokratîk bi desteserkirin, zext û sînordarkirina maf û azadiyên bingehîn ên welatiyan nayê birêvebirin."
“Divê werin berdan”
Komeleya hiqûqnasan sûcdarkirina welatiyên ku beşdarî şînê dibin wekî kiryareke "nayê qebûlkirin" pênase kir û xwest ku 10 kesên hatine desteserkirin demildest werin berdan.
Her wiha tekez kir ku bi polîtîkayên zextê civakeke demokratîk nayê avakirin û divê îradeya aştiyê were xurtkirin.
Di nava du hefteyên dawî de li bajarên wekî Amed, Wan, Colemêrg û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê ji aliyê Komeleya MEBYA-DERê ve merasîmên sersaxiyê yên komî hatin lidarxistin.
Ev merasîm ji bo hejmareke zêde ya gerîlayên PKKyê bûn ku di şer û pevçûnan de canê xwe ji dest dabû.
Hinek berpirsên AK Partiyê nerazîbûn nîşan da.
Wan bi hinceta ku rê li ber têkdana pêvajoya çareseriyê vedikin xwest ku dawî li wan bê anîn.



