Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên înşaatê yên ku ji Amedê ji bo xebatê çûbûn Bayburtê, ji ber ku formayê Amedsporê li wan bû rastî êrişa komeke 15-20 kesî hatin.
Suleyman Konatê ku pozê wî bi muştayê ji 5 cihan hatiye şikandin got, “Em ne ji bo dijminatiyê, ji bo nanê xwe çûbûn wir.”
Bûyer 30ê Tebaxê li kafeyeke li navenda bajarê Bayburtê yê Tirkiyeyê rû da.
Suleyman Konat û biraziyê wî û hevalekî xwe ji bo bêhnvedanê çûbûn kafeyê.
Konat ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên êrişê kir û got:
“Formayê Amedsporê li biraziyê min bû. Min ji bo ku tiştek neyê serê wî jê re got ‘here wê formayê ji xwe bike, bila zererê nedin te.’
Dema biraziyê min ji bo derxistina formayê çû hundir, kesek ket milê wî û du kesên din jî li ber deriyê destavê kemîn danîbûn.
Wan xwest wî bikişînin hundirê destavê lê biraziyê min neçû.
Pişt re ew birin derve û li wir li wî dan. Hevalê min ê ku çû wî rizgar bike jî rastî êrişê hat.
Dema ez rabûm ku midaxeleyê bikim, yekî ji pişt ve bi muştaya ku xistibû nav lepikên motorsîkletê li pozê min xist.
Pozê min ji 5 cihan şikiya, piştî wê derbê ez bi xwe nehesiyam.”
Dirûşmên nijadperest
Konat diyar kir ku dema ew bi ser hişê de hatiye li derdora wî 15-20 kes hebûne û xwediyê kafeyê xwe ji wan re kiriye mertal.
Konat li ser dirûşmên êrişkaran wiha axivî:
“Wan bi çêran digot ‘ev der Bayburt e, kes nikare vê formayê li xwe bike’, ‘ev der dê bibe gora Kurdan’.
Em ne ji bo şer çûbûn wir, em di înşaatê de dixebitin û me nanê xwe qezenc dikir.
Dema em çûne qereqolê min tiştekî xerab dît, kesekî bi cilên sivîl hat û got ‘yên pev çûne zarokên me ne, wan berdin.’”
Konat bangî rayedaran kir û anî ziman:
“Heke dewlet 5-10 salan ceza nede van nijadperestan, dê ev bûyer sibe bibin hezar û li her derê Tirkiyeyê belav bibin.”
Parêzer Yildirim Alat: Ev nijadperestî ye
Sekreterê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Amedsporê Parêzer Yildirim Alat li ser aliyê hiqûqî yê bûyerê ji Rûdawê re axivî û got:
“Her çi qas di torên civakî û hinek qeydan de wekî ‘birîndarkirina bi qestî’ xuya bike jî, sedema sereke ya êrişê formayê Amedsporê ye.
Ev li gorî xala 217an a Yasaya Cezayan a Tirkan (TCK) sûcê ‘tehrîka gel a kîn û nefretê’ ye.
Êrişkaran bi rêya cudahiyên çînî û herêmî gel eşkere tehrîk kiriye.
Em hêvî dikin ku cezayên giran li wan werin birîn.
Heke rê li ber van êrişan neyê girtin dê di nav gel de aloziyên mezintir çêbibin.
Em dê mafên alîgirên xwe bi awayekî herî xurt biparêzin.”
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.



