Hewlêr (Rûdaw) - Nîlufer Etaya 27 salî piştî ku ji aliyê kesekî ve bi hinceta zewacê hat revandin, hefteyekê rû bi rûyî şkenceyeke hovane bû û ji ber vê yekê mêjiyê wê mir.
Niha malbata wê li nexweşxaneyeke Urmiyeyê li benda bexşîna dil û gurçikên wê ne da ku "rihê keça wan zindî bimîne."
Nîlufer û dêya wê ji bo karê komkirina sêv û hirmiyan çûbûn baxekî nêzîkî Tebrîzê.
Li wir kesekî 41 salî yê bi navê E. T. nas kiribû û piştî vegera wan a Pîranşarê, wî kesî şevekê bi zor û gefan Nîlufer revand.
Birayê Nîluferê Mezher Eta li ser revandina xwişka xwe ji Rûdawê re got:
“Wî bi gefan xwişka min bir û jê re gotibû ‘eger tu neyê ez dê bav û birayê te bikujim.’
Roja din telefonî dêya min kir û got ku ew li Mehabadê ne û ew dê bi hev re bizewicin.
Dema me bi xwişka xwe re xeber dida digot ‘ez baş im’ lê pişt re derket holê ku dest û pêyên wê girêdayî bûne û bi zorê ew tişt didane gotin.”
Şopên şkenceyê li her derê laşê wê bûn
Tohmetbar piştî hefteyekê Nîlufer bi hinceta ku qezaya trafîkê kiriye bir nexweşxaneyê û ji wir reviya.
Dêya Nîluferê Firîşte Yehyayê di bernameya Berpirsyarê ya Rûdawê de ku Şehyan Tehsin pêşkêş dike bi girî behsa rewşa keça xwe kir û anî ziman:
“Dema min ew li nexweşxaneyê dît, dest, sîng û pişta wê şewitîbûn.
Li her derê laşê wê şopên şkenceyê hebûn.
Bijîşkan got ku mêjiyê wê miriye û wan heta niha nexweşekî wiha êşkişandî nedîtiye.
Heta bijîşk jî ji bo wê digirîn.”
Firîşte Yehyayê diyar kir ku gotina dawî ya keça wê ev bûye, “Dayê, eger tu hatî ji bo min xwarinê bîne.”
Meta Nîluferê Suheyla Mehdîzadeyê da zanîn ku bijîşkan ragihandiye ku Nîlufer hefteyekê girêdayî maye, birçî hatiye hiştin, bi qayişê lê dane, parsûyên wê şikandine û gelek caran destdirêjî lê hatiye kirin.
Malbata Nîluferê giliyê tohmetbar kiriye lê ew hîn nehatiye girtin.
Polîsên Îranê ji malbatê re gotiye ku qeyda wî kesî ya sûcan a wekî kuştin û destdirêjiyê heye û wî li Başûrê Kurdistanê jî sûcê kuştinê kiriye.
Organên nîluferê tên bexşandin
Dêya Nîluferê got:
“Mêjiyê keça min miriye û tenê dilê wê lê dide.
Me biryar da ku em dil û gurçikên wê bibexşînin 2 nexweşên ku rewşa wan giran e da ku rihê keça min nemire û zindî bimîne.”
Sibe saet 10:00an dê li nexweşxaneyeke Urmiyeyê emeliyata bexşîna organên Nîluferê were kirin.
Malbatê ji xelkê Kurdistan û Îranê xwest ku ji bo dîtina tohmetbar alîkariya wan bikin çimkî îhtimal heye ku ew reviyabe Îraqê.


