Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Yekîtiya Zilaman a Kurdistanê Burhan Ferec eşkere kir ku tundiya li hemberî zilaman li gorî par zêde bûye û îsal 439 bûyerên tundiyê yên li hemberî zilaman hatine tomarkirin.
Burhan Ferec derbarê mijarê ji Rûdawê re ragihand:
"Ji meha yekê ya îsal ve li hemû şaxên me yên li Herêma Kurdistanê 439 gilî û tundiyên li dijî zilaman hatine tomarkirin."
Li gorî amarên ku hatine eşkerekirin, di nava van bûyeran de 44 zilaman xwe kuştiye û 17 zilam jî hatine kuştin.
Amar li gorî par zêde bûne
Serokê Rêxistina Yekîtiya Zilaman a Kurdistanê got ku amar li gorî par ber bi zêdebûnê ve ne.
Par heta vê demê 427 gilî û tundiyên li hemberî zilaman hatibûn tomarkirin lê îsal ev hejmar bilind bûne û her roj giliyên nû tên tomarkirin.
Sedemên tundiyê
Burhan Ferec li ser sedemên tundiya li hemberî zilaman destnîşan kir:
"Li gorî şopandinên me, li Herêma Kurdistanê paldera sereke ya zêdebûna tundiya li hemberî zilaman qeyrana darayî û nebûna aramiya siyasî ye û sedemeke din jî bikaranîna torên civakî ye."



