Mêrdîn (Rûdaw) - Şîrvan Bedirxanogluya ji gundê Sêvnatê yê Dêrika Mêrdînê, nêzîkî 30 salan e bi hevjînê xwe re mêşvaniyê dike.
Ew dibêje jin jî dikarin vî karî bikin û piştî ku wê dest bi mêşvaniyê kiriye, li gundê wan zêdetirî 30 jinên din jî dest bi mêşvaniyê kiriye.
Ji xezûrê xwe fêrî mêşvaniyê bûye
Şîrvan Bedirxanoglu 50 salî ye û li gundê Sêvnatê dijî. Ew bûye bûka mala apê xwe û piştî ku mêr kiriye, bi xezûrê xwe re dest bi mêşvaniyê kiriye.
Şîrvanê got ku wê demê zarokên wê hîn biçûk bûne û cara yekem xezûrê wê mêş anîne gund û ji wan xwestiye ku mêşan xwedî bikin û wiha behsa wan rojan kir:
“Ez Şîrvan Bedirxanoglu, di malbata xwe de bûm bûk. Ez neçûm dereke din. Li Dêrikê, li gundê Sêvnatê ez û malbata xwe tev em karê mêşan dikin.”
Şîrvanê got ku ew di destpêkê de ji mêşan tirsiyaye û ji ber pêvedana wan carinan alerjî pê re çêbûne lê ew û malbat bi demê re fêrî vî karî bûne û wiha berdewam kir:
“Ez bûk bûm, hîn zarokên min hûr bûn. Xezûrê min çû mêş anîn û got em dê xwedî bikin.
Me got em newêrin dê bi me vedin. Xezûrê min got netirsin, hûn werin carekê û cara didoyan bi we vedin dê paşê hîn bibin.”
Şîrvanê da zanîn, piştî ku ew û hevjînê xwe fêrî mêşvaniyê bûne, êdî bi rehetî bi mêşan re mijûl bûne û lê zêde kir:
“Pêşî alerjî li me dikir lê pişt re em elimîn. Me dît rehet e. Me dergûşa xwe hildida em diçûn ser mêşan. Me mêş dibirin Mûşê, dibirin Rihayê, em digeriyan.”
“Jin dikarin vî karî bikin”
Şîrvanê got, dema ku wê dest bi vî karî kiriye tenê kêm jinan li gundê wan mêşvanî dikir lê niha gelek jin di vî karî de cih digirin û li pey çû:
“Piştî min li gundê me 30 jinên din jî dest bi mêşvanîyê kir. Jin dikarin vî karî bikin. Her kes dikare vî karî bike.”
“Mêşvanî hem xweş e hem jî debara meriv pê tê”
Wê got ku mêşvanî ji bo wan ne tenê karekî aborî ye, ew bi vî karî pir kêfxweş in jî.
Wê diyar kir ku şertên herêmê jî ji bo hilberîna hingivê baş, guncav in û lê zêde kir:
“Serê kewarekê salê tenekeyek hingiv çêdibe. Îsal xweş bû, me hingivekî paqij û xweş hilda.”
Rojane 3-4 saetan di nav mêşan de dimînin
Şîrvanê got ku ew û hevjînê wê rojane diçin cem kewarên mêşan û li gorî pêdiviyê demeke dirêj li cem wan dimînin û berdewam kir:
“Rojane em tên nav mêşan. Em tên 3-4 saetan di nav wan de dimînin. Dema ku em hingiv dibirin, 3-4 rojan em ji serê sibehê heta êvarê dimînin.”
“Hingivê Dêrikê gelekî xweş e”
Şîrvanê taybetiya bingehîn a hingivê Dêrikê jî bi pirbûna cureyên kulîlk û sitriyên herêmê ve têkildar kir û derbarê vê yekê wiha axivî:
“Hingivê Dêrikê gelekî xweş e. Li Dêrikê her cure kulîlk hene. Cure bi cure sitrî hene li erda Dêrikê.”
Li gorî wê curbicurbûna nebatan a li herêmê bandoreke erênî li ser kalîteya hingivê dike.
Hingiv ji Dêrikê diçe Îzmîr û Stenbolê
Hilberîna hingiv Şîrvan û malbata wê di bazara herêmî de sînordar nake.
Ew dibêje ku mişteriyên wan ên berdewam hene û ew hingivê xwe dişînin bajarên mezin ên wekî Îzmîr û Stenbolê.
“Mêş pir helal e”
Şîrvanê diyar kir ku ew niha kîloya hingiv bi hezar û 500 lîreyên Tirkî difiroşin û biland:
“Tiştekî wekî mêşan rast û helal tune. Mêş pir helal e, meriv jê hez dike. Roj heye 20-30 caran bi me ve didin lê em elimîne êdî.”
.jpg&w=3840&q=75)


