Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ji ber teqîna lastîka otomobîlekê, otomobîl ji kontrola şofêr derket û qulibî.
Di qezayê de gelek kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, qezayê demjimêr 14:30an li ser rêya gundê Wezîravayê rû daye.
Di qezayê de gelek kesên di nava otomobîlê de birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristî û ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî midaxaleyên destpêkê yên li cihê bûyerê, tîman birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê û li wir tên tedawîkirin.
Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.



.jpg&w=3840&q=75)