Hewlêr (Rûdaw) - Birayê wî tohmetbarê ku li Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê şkence li Nîlufer Etayê kiribû û destdirêjî lê kiribû ragihand ku birayê wî li Baneyê hatiye desteserkirin.
Enwer Tahiriyê birayê wî kesê ku bi şkencekirin, birçîhîştin û destdirêjiya li Nîlufer Etaya 28 salî tê tohmetbarkirin ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Enwer Tahirî diyar kir ku birayê wî li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Navê tohmetbar Îzedîn Tahir e û ji ber şkenceya wî Nîlufer Eta miriye.
Birayê wî got, "Pêşîneya birayê min a tawanê û nexweşiya wî ya derûnî heye û îro destê sibehê nûçeya desteserkirina wî gihîşt me."
Li gorî gotina Enwer Tahirî, Îzedîn 2-3 salan li Silêmaniyê di girtîgehê de maye.
Piştî ku hatiye berdan çûye xwazginiya Nîluferê û Enwer Tahirî anî ziman, "Lê pişt re keçik revandiye û bi hev re li kargeheke Pîranşarê dest bi kar kiriye."
Sedema mirina Nîluferê
Birayê tohmetbar li ser sedema mirina Nîlufer Etayê jî ev îdia anîn zimên:
"Nîqaş di navbera wan de derketiye. Nexweşiya wê keçikê ya sarayê hebûye û ji ser hişê xwe diçû.
Dema ku dibîne ji ser hişê xwe çûye, wê dibe nexweşxaneyê, li wir dihêle û diçe."
Çîroka vê bûyerê kêmtirî mehekê berê dest pê kiriye.
Nîlufer û dayîka xwe ji bo karkirin û komkirina sêv û hilûyan diçin baxçeyekî li nêzîkî Tebrîzê.
Li wê derê wî zilamê 41 salî yê bi navê Îzedîn Tahir nas dikin.
Xizmên keçikê dibêjin ku piştî ew vegeriyane Pîranşarê, wî zilamî şevekê bi zor û gefan Nîlufer revandiye.
Birayê Nîluferê Mezher Eta ji Rûdawê re got:
"Wî kesî xwişka min bi gefan bi xwe re biriye û jê re gotiye, 'eger tu neyê ez dê bav û birayê te bikujim'.
Roja din telefonî dayîka min kir û got 'em li Mehabadê ne û ez wê dixwazim'."
Mezher Eta diyar kir ku ew bi xwişka xwe re jî axiviye û got:
"Dema ku me bi xwişka xwe re qise dikir digot 'ez baş im' lê pişt re derket holê ku dest û pêyên wê hatine girêdan û bi zorê ew tişt pê dane gotin."
.webp&w=3840&q=75)


