Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê Mehmet Akkuş ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Mehmet Akkuş ev demeke bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihat dermankirin.
Ew îşev ji ber nexweşiya xwe çû ber dilovaniya Xwedê.
Bi salan xebitîbû
Mehmet Akkuş bi salên dirêj di nav siyaseta Kurdan de di qadên cuda de xebitîbû.
Ew di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê de wekî Hevserokê Şaredariya Agiriyê hatibû hilbijartin.
Koça dawî ya Mehmet Akkuş li bajêr û di nav xelkê de bû sedema xemgîniyeke kûr.
Tê çaverêkirin ku di saetên pêş de malbat û şaredarî li ser bernameya cenazeyê daxuyaniyekê bidin.
.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)