Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Axinê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, di dema kolana xeta ava kaniyê de ax bi ser karkerekî de herifî û karker mir.
Bûyer li gundê Payamliyê yê navçeya Axinê ya parêzgeha Xarpêtê qewimî.
Di dema xebata kolana xeta ava kaniyê ya ku kûrahiya wê nêzîkî 4 metreyan e, ji ber sedemeke nediyar ax herifî.
Karkerê bi navê O.K.yê 50 salî di bin axê de ma.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirme ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Tîman O.K. ji bin axê derxist lê hat tesbîtkirin ku ew miriye.
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.


.webp&w=3840&q=75)