کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Qamişloyê xwendekaran dibistan boykot kir: 'Ziman nasnameya me ye'

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

06-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran06-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê zenga dibistanan bi nerazîbûneke tund lê da.

Xwendekarên dibistana Şehîd Jîr a li bajarê Qamişloyê, li dijî biryara kêmkirina waneyên zimanê Kurdî serî hilda û polên xwendinê boykot kirin.

Xwendekaran di daxuyaniyekê de ragihand ku ew biryara hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo terxankirina tenê 3 saetan ji bo zimanê Kurdî wekî "bêdadî û biçûkxistina nasnameyê" dibînin.

Ew tekez dikin ku heta zimanê Kurdî li Sûriyeyê wekî zimanekî fermî û duyem neyê naskirin, ew dê venegerin ser dersên xwe.

Biryara Şamê hat redkirin

Xwendekarên dibistana Şehîd Jîr a li Qamişloyê, bi daxuyaniyeke girseyî biryara nû ya perwerdeyê ya li ser zimanê Kurdî bi temamî red kir.

Xwendekarên ku xwe wekî "leheng û ciwanên berxwedêr ên civakê" pênase dikin diyar kir ku ev biryar neheqiyeke eşkere ye li dijî miletê Kurd û mafên wan ên perwerdeyê naparêze.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ziman ne tenê waneyek e lê deng û nasnameya milet e.

Xwendekaran pirsî û got, "Ma nasnameya me di 3 saetan de tê parastin?"

Wan ragihand ku ew ne li dijî fêrbûna zimanên biyanî ne lê li dijî kêmkirina mafê zimanê dayîkê ne û qebûl nakin ku Kurdî bibe zimanekî "vebijêrk".

'Bêziman jiyan nabe'

Xwesteka sereke ya xwendekaran ew e ku zimanê Kurdî li Sûriyeyê bibe zimanekî fermî û li kêleka zimanê Erebî di hemû qonaxên perwerdeyê de cih bigire.

Xwendekaran bi dirûşma "Bêziman jiyan nabe" peyameke tund da rayedaran û got:

"Xwendekarek ji vê derê derbasî refan nabe û heta ku ev biryar neyê betalkirin, em dê li ser rêya têkoşînê xwestekên xwe bînin zimên."

Ev çalakî nîşana rû bi rû mayîneke nû ye di navbera nifşê nû yê Rojavayê Kurdistanê û sîstema perwerdeyê ya ku Sûriyeyê hewl dide bisepîne.

Xwendekar tekez dikin ku ew bi zimanê xwe dîrokê dinivîsînin û ji bo parastina çanda xwe amade ne di her şert û mercî de têkoşînê berdewam bikin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên