Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Ewlehiyê yê Serokwezîrê Îraqê ragihand ku hêzên Hevpeymanan dawiya vê mehê ji Îraqê vedikişin.
Piştî wê jî dê hemû çek bikevin bin kontrola Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar.
Qasim Erecî Şêwirmendê Ewlehiyê yê Elî Zeydî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"30ê Îlonê hêzên Hevpeymanan bi temamî ji Îraqê vedikişin.
Ev yek bicihanîna wê peymanê ye ku di navbera hikûmeta berê û Hevpeymaniya Navneteweyî de hatibû kirin."
Qasim Erecî diyar kir ku hikûmeta Elî Zeydî ji bo pêvajoya vekişînê gelekî rijd e û got:
"Aliyê Amerîkayê amadehiya xwe ya temam ji bo bicihanîna peymanê û vekişîna di dema diyarkirî de nîşan daye."
Ev vekişîn hemû hêz û sîstemên parastinê yên ku berê li ser wan li hev hatibû kirin li xwe digire.
Çek dê bikevin bin kontrola dewletê
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê li ser mijara danîna çekan a komên çekdar û wan aliyên ku mercên wan hene diyar kir ku pêvajoya birêxistina çekan dê di qonaxa piştî vekişînê de be û anî ziman:
"Piştî vekişîna Hevpeymanan, dê li ser mekanîzmayeke giştî li hev were kirin da ku hemû çek bikevin bin kontrola dewletê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar."
Erecî piştrast kir ku lihevtêgihiştinên di navbera komên çekdar û hikûmeta Îraqê de ber bi başiyê ve diçin û got:
"Dan û standin gelekî baş bi rê ve diçin û lihevtêgihiştineke erênî heye.
Komîteya taybet a Çarçoveya Hevahengiyê di bin çavdêriya rasterast a Serokwezîr de ji bo çareserkirina vê dosyeyê karên xwe didomîne."
Pergalên parastinê yên li Herêma Kurdistanê
Şêwirmendê Ewlehiyê yê Serokwezîrê Îraqê li ser vekişandina pergalên parastinê yên Amerîka û Hevpeymanan ên li Herêma Kurdistanê diyar kir ku vekişîn hemû pergalên parastinê jî li xwe digire.
Wî her wiha destnîşan kir ku vekişandina hêz û sîstemên parastinê qonax bi qonax dest pê kiriye.
30ê Îlona îsal wekî dema dawî ya bidawîanîna erkê leşkerî yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê hatiye diyarkirin.



