Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku dê roja sêşemê derdora 700 malbatên koçber vegerin malê xwe yên li gundên Zirgan û Til Temirê.
Mehmûd Cemîl îro diyar kir ku sêşema bê (8ê Îlonê) karwanê duyem ê koçberên Serê Kaniyê bi rê dikeve.
"Piraniya wan Ereb in"
Mehmûd Cemîl eşkere kir ku 1035 malbatan ji bo vegerê navên xwe tomar kiribûn lê hejmara malbatên ku dê vegerin derdora 700î ye.
Wî da zanîn ku piraniya wan malbatan Ereb in û hinek malbatên Kurd jî di nav wan de hene.
Berdevkê Komîteyê destnîşan kir ku kesên vedigerin dê biçin gundên Zirganê û gundên bakurê Til Temirê.
Mehmûd Cemîl her wiha ji Rûdawê re da zanîn ku dê karwanê malbatan sêşemê demjimêr 08:00an ji ber deriyê Kampa Serê Kaniyê ya li Hisîçayê (Hesekê) bi rê bikeve.
Tedbîr hatine wergirtin
Berdevkê Komîteyê da zanîn ku ji bo organîzekirina çûna malbatan û misogerkirina gihiştina wan a biewle, hemû tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.
Karwanê yekem ê koçberan 10ê Tebaxa borî bi rê ketibû û ji nêzîkî 400 malbatan pêk dihat.
Lê wê demê malbatên Kurd ji aliyê Erebên hawirde ve rastî êrişan hatibûn û ji ber vê yekê jî hinek malbat neçar mabûn ku careke din vegerin Hisîçayê.

