Amed (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku hunermendên Kirmanckî termînolojiyeke hevpar a Kirmanckî ava bikin, komxebatek li dar xist.
Komxebat 3yê Îlonê dest pê kir û îro bi dawî bû.
Nêzîkî 30 akademîsyen, lêkoler, nivîskar û zimannasan 3 rojan li ser zêdetirî 600 peyv û terman gotûbêj kir.
Beşdaran ew peyv bi awayê wan ê rast li ferhenga Kirmanckî zêde kirin.
Armanca sereke ya van xebatan standardîzekirina Kirmanckî ye da ku hunermend jê sûdê wergirin û Kirmanckî rast bi kar bînin.
Çavkaniyeke hevpar a Kirmanckî
Komxebat ji aliyê Şaxa Parastin û Bipêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat birêxistinkirin.
Armanc ew e ku ji bo huner û muzîka Kirmanckî termînolojî û çavkaniyeke hevpar were pêkanîn.
Mamosteyê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Doç. Dr. Nûrettîn Celalî li ser girîngiya vê gavê got:
"Hûn dizanin Zazayan jîngeha xwe ya xwezayî winda kir û derbasî metropolan bûn. Ji ber vê yekê wan çavkaniyên xwe yên civakî jî winda kirin.
Em dixwazin ji bo wan çavkaniyekê ava bikin ku her kes ji wê sûdê wergire û dema hunera xwe pêşkêş dikin bi rengekî rast bixebitin."
Zêdetirî 600 peyv û term hatin nirxandin
Beşdarên komxebatê zêdetirî 600 term û peyvên ku li deverên cuda bi awayên ji hev cuda tên bikaranîn nirxandin û bi biryareke yekdengî gihîştin encamekê.
Zimannas Seyîtxan Kurîj bal kişand ser termên ku tên bikaranîn û anî zimên:
"Ew termînolojiya ku niha hemû hunermend bi kar tînin hemû ne Zazakî ye. Em hewl didin ku termînolojiya di warê hunerê de tê bikaranîn, Zazakiya wan bibînin û tomar bikin."
Zimannas Mehmet Selîm Uzun jî destnîşan kir ku zimanê hunermendan ketiye bin bandora zimanên din û got:
"Hinek ji hunermendan di bin bandora Tirkî de ne, hinek di bin bandora Îngilîzî de ne, hinek di bin bandora Almanî de ne û hinek jî di bin bandora Erebî û Farisî de ne ku ev yek nabe.
Em dixwazin termên hevpar çêbikin da ku hemû hunermendên Kurd wan terman bi kar bînin."
Kirmanckî ber bi standardbûnê ve diçe
Li gorî zimannasên Koma Vateyê, bi van xebatan dê Kirmanckî gav bi gav bigihîje standardeke derbasdar.
Her wiha ferhengên ku tên amadekirin dê ji bo hemû kesên pêwendîdar ên Zazakî bibin rêber û rêşanîder.

