Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê minîbusa karkerên çandiniyê qulibî û di qezayê de 15 kes birîndar bûn.
Minîbusa bi plakaya 44 ABG 037 ku karkerên çandiniyê tê de bûn, qulibî.
Heta niha nasnameya şofêrê minîbusê nehatiye zanîn.
Tîm çûn cihê bûyerê
Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Li gorî zanyariyên destpêkê di qezayê de 15 karker birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê yên 112ê birîndar veguhastin nexweşxaneyên Rihayê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.


