Hewlêr (Rûdaw) - Sêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê pêwendî bi Serok Mesûd Barzanî re danî û ji ber koça dawî ya mezinê malbata Barzan Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, sersaxî da wî.
Sêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî doh telefonî Serok Mesûd Barzanî kir û ji ber koça dawî ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî hevxemiya xwe bi malbata Barzanê re parve kir.
Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî 4ê Îlona 2026an ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.
Peyama Serok Barzanî
Serok Mesûd Barzanî berê bi peyamekê wefata Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihandibû û gotibû:
"Bi dilekî tijî xem û razîbûna bi qedera Xwedayê mezin radigihînin ku mezinê malbata me, Xwedêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî îro înê (4ê Îlonê) ji ber nexweşiyê koça dawî kir."
Serok Barzanî derbarê kesayetiya wî de her wiha gotibû:
"Xwedêjêrazî, neviyê rêberê niştimanî û olî Şêx Ebdulselam Barzanî bû.
Ew mînaka dîndarî, xwedêperestî û qencîxwaziyê bû. Di heman demê de kesayetiyekî diyar û mezin ê nav malbata me bû."



.webp&w=3840&q=75)