Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm civiyan.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê werin çareserkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê l Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm û şandeya pê re pêşwazî kirin.
"Pirsgirêk bi diyalogê tên çareserkirin"
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê hat nirxandin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya xebata berdewam a ji bo bipêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên hilawêstî bi rêya diyalog û lihevkirinê kir.
Di bişeke din a hevdîtinê de, her du aliyan ji bo biserxistina erk û bernameya karê hikûmeta Îraqê, piştgiriya xwe ducare kir.
Bipêşketinên herêmî û serdana sê rojî
Rewşa navçeyê, bipêşketinên dawî û encamên wan jî mijareke din a civînê bûn û her du aliyan li ser van pirsan bîr û rayên xwe bi hev guhertin.
Serokê Tevgera Hîkmeta Emar Hekîm vê sibehê gihîşt Hewlêrê.
Tê çaverêkirin ku Hekîm di nava sê rojan de li gel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê, hejmarek aliyên siyasî, kesayetên olî û nûnerên pêkhateyên cuda bicive.



