Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê Omer Husirî ragihand ku Balafirgeha Qamişloyê dê di demeke nêzîk de bikeve xizmetê.
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûriyeyê Omer Husirî da zanîn ku karên nûkirin û amadekirina Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê gihîştine qonaxên dawî.
Li gorî gotina Husirî, balafirgeh dê di demeke nêzîk de ji nû ve bê vekirin.
"Amadekarî gihîştin qonaxa dawî"
Omer Husirî di daxuyaniyekê de diyar kir ku vekirina balafirgehê di çarçoveya planekê de ye ku armanca wê girêdana parêzgehên Sûriyeyê bi tora veguhastina asmanî ye.
Li gorî gotinên Husirî, ev gav dê bibe sedema bipêşketina çûn û hatina balafiran a li navxweyî û herêmî.
Husirî her wiha diyar kir ku bi vî awayî dê balafirgeh xizmeteke giring pêşkêşî niştecihên parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) û bi giştî yên rojhilatê welêt were kirin.
Dê veguhastina kel û pelan hêsantir bibe
Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê yek ji xalên herî girîng ên veguhastina asmanî ya li herêmê ye.
Jinûvedestpêkirina geştên asmanî dê çûn û hatina welatiyan û veguhastina kel û pelan a li herêmê gelekî hêsantir bike.



