Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Hisîçayê ragihand ku Nûredîn Ehmed bi Bilind Mela Hisên re civiya.
Ev hevdîtin çend demjimêran piştî ku Bilind Mela Hisên bi awayekî fermî wekî Birêvebirê Daîreya Plan û Amaran a Hisîçayê hat destnîşankirin, pêk hat.
Bilind Mela Hisên berê Birêvebirê Plan û Amaran ê Rêveberiya Xweser bû.
Ew îro ji aliyê Parêzgarê Hisîçayê ve wekî Birêvebirê Plan û Amaran ê Parêzgehê hat destnîşankirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa niha ya kar û barên birêvebiriyê û karên pêşîn ên qonaxa bê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina rola birêvebiriyê ya di warê plandanîn û karê amaran de kir.
Her wiha wan bal kişand ser zêdekirina piştgiriyê ya ji bo erkên îdarî û hewlên bipêşketinê yên li parêzgehê."



