Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed, ji ber koça dawî ya Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî sersaxî da Serok Mesûd Barzanî.
Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed bi vê boneyê peyameke sersaxiyê şand.
Nûredîn Ehmed di peyama xwe de da zanîn ku ew ji ber koça dawî ya mezinê Malbata Barzaniyan gelekî xemgîn in.
"Ji bo hemû gelê herêmê windaheke mezin e"
Parêzgarê Hisîçayê diyar kir ku dê rêz û bîranîna Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî di dilê civakê de her dem zindî bimîne û got:
“Koça dawî ya kesayetiyên xwedî xebat û bandor ne tenê ji bo Serok Barzanî û Malbata Barzaniyan e, her wiha ji bo tevahiya gelê herêmê jî windaheke mezin e.”
Nûredîn Ehmed di peyama xwe de ev tişt anîn zimên:
"Di vê kêliya giran û xemgîn de, ez bi navê xwe û bi navê hemû gelê parêzgeha Hisîçayê, ji dil sersaxiyê didim cenabê we, Malbata Barzaniyan a hêja û hemû hezkirên we."
Parêzgarê Hisîçayê di dawiya peyama xwe de ji Xwedê xwest ku dilovaniya xwe bi giyanê wî bîne, wî bixe bihiştê û sebir û hedarê bide malbatê û got, “Kula we kula me ye û xemgîniya we xemgînîya me tevan e.”



