Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgerê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji bo Qamişlo û Serê Kaniyê endamên encumenên bicihhêner ên demkî destnîşan kirin.
Nûredîn Ehmed doh bi şev endamên du encumenên bicihhêner ên demkî yên Qamişlo û Serê Kaniyê diyar kirin.
Encumena Qamişloyê
Li gorî agahiyan, Encumena Bicihhêner a Qamişloyê ji 9 endaman pêk tê.
Ji van 9 endaman 5 Kurd in, 3 Ereb in û yek jî Xiristiyan e.
Serokê EncUmena Bajarê Qamişloyê Birîn Samî Mihemed e û Kurd e.
Encumena Serê Kaniyê
Encumena Bicihhêner a Serê Kaniyê jî ji 7 endaman pêk tê.
Di vê encumenê de 6 Ereb û Kurdek cih digirin.
Wekî ku tê zanîn rewşa Serê Kaniyê hîn ne asayî ye û xelkê resen venegeriyaye cih û warê xwe.
Dibe ku li gorî guherîna rewşa bajêr di demên pêşiya me de di dabeşkirina kursiyan de jî guherîn bê kirin.
Endamên Encumena Bajarê Serê Kaniyê ev in:
Beşîr Mihemed Mela Metar (Endazyariya Mekanîkê): Serokê Encumena Bajar û Ereb e.
Feysel Îbrahîm Ebdulhey (Koleja Şerîetê): Cîgirê Serokê Encumenê ye û Ereb e.
Mistefa Mihemed Xêr Elî (Endazyariya Şaristaniyê): Kurd e.
Rabihe Îsmaîl El-Ehmed (Endazyariya Şaristaniyê): Ereb e.
Maher Ebdulatîf Leylî (Endazyariya Şaristaniyê): Ereb e.
Amir Mehmûd Îbrahîm (Felsefe): Ereb e.
Selahedîn Subhî Xideyr (Endazyariya Mekanîkê): Ereb e.
Endamên Encumena Bajarê Qamişloyê ev in:
Birîn Samî Mihemed (Endazyariya Avahîsaziyê): Serokê Encumena Bajar e û Kurd e.
Mihemed Cuma Sakîr (Peymangeha Petrolê): Cîgirê Serokê Encumenê ye û Ereb e.
Raîde Evid Hemûd (Endazyariya Şaristaniyê): Ereb e.
Şafîr Mîşêl Tûma (Parêzer): Xiristiyan e.
Emîne Mirad Omer (Parêzer): Kurd e.
Ebdulrezaq Nûrî El-Asî (Endazyariya Şaristaniyê): Ereb e.
Ebdulrezaq Ehmed Hemî (Endazyariya Şaristaniyê): Kurd e.
Dr. Ridwan Seîd Mihemed (Bijîşkiya Giştî): Kurd e.
Hesen Elî Mihemed (Koleja Wêjeyê): Kurd e.


