Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Xwendina Bilind a Parlamentoya Sûriyeyê Mihemed Sîdo ji Rûdawê re ragihand ku ew wekî nûnerên herêmê dixwazin li Efrînê zanîngehek were vekirin.
Parlamenterê Kurd ê herêma Efrînê got, herî kêm pêwîst e şaxê Zanîngeha Helebê li herêma Efrînê were vekirin.
Mihemed Sîdo da zanîn ku Zanîngeha Dîlokê ya ku li Efrînê hatibû vekirin, niha bi Zanîngeha Helebê ve hatiye girêdan û ew dixwazin ev yek berfirehtir bibe.
Wî her wiha destnîşan kir ku ew dixwazin di paşerojê de zanîngeheke taybet a herêma Efrînê hebe da ku cihê niştecihbûn û perwerdeya xwendekaran nêzîkî hev bin.
Li gorî Mihemed Sîdo, vekirina zanîngehekê ya li Efrînê dê ji bo xelkê herêmê derfetên kar jî peyda bike û rewşa aborî û zanistî geş bike.


