Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncuyê diyar kir ku li Êlihê malbatek ji ber axaftina bi Kurdî ji aliyê cîranê wan ê polîs ve hatiye derbkirin.
Hat diyarkirin ku malbata Kurd ji bo parastina mafên xwe serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye.
Parêzgariya Êlihê jî daxuyanî da û diyar kir ku “pevçûna di navbera her du malbatan de ne ji ber axaftina bi Kurdî derketiye.”
Parlamenter Zeynep Oduncu Kuteviyê li ser hesabê xwe yê Xê wiha got:
“Tiştê ku li Êlihê bi serê malbata Işik de hat, zordariyeke nîjadperest û xofdar e ku xwe dispêre bêcezamayînê.”
“Bavê min polîs e, dê we bikuje!”
Kuteviyê anî ziman ku malbat ji ber ku di navbera xwe de bi Kurdî axivîne ji aliyê cîranê xwe yê polîs û malbata wî ve hatine lînçkirin û lê zêde kir:
“Keça êrişkar bêyî ku hesaban ji kesî bike gefan dixwe û dibêje, 'Bavê min polîs e, dê we bikuje!' Ev wêrekî, ev rehetiya 'dê tiştekî bi me neyê' ji kû tê?
Asta bûyerê ji pratîkeke mafyayê ne cuda ye: Tiliya Îrem Işika ku hatiye derbkirin, dişikê, çavê wê xwînî dibe.
Telefonên malbata ku dixwest tundiyê belge bikin, ji aliyê wî polîsî û zarokên wî ve bi zorê tên desteserkirin, tê xwestin ku delîl werin tunekirin.
Zêdetir, li qereqola ku bi lez û bez çûne gilî bikin, bavê ku mexdûrê derbkirinê ye krîza dil derbas dike lê tevî israra malbatê jî gazî ambulansê nayê kirin, bi saetan tê derengxistin! Li ber çavan bi jiyana mirovekî tê lîstin.”
Parlamentera DEM Partiyê pirs ji Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî kir:
“Keça êrişkar wêrekiya 'Bavê min polîs e, dê we bikuje' ji kû digire?” û wiha berdewam kir:
“Ma unîformayê dewletê mertalek e ji bo zilm û nîjadperestiyê li welatiyên sîvîl bike?
Ev polîs îro hîn jî bi wî unîformayî, bi çeka dewletê ya di ber xwe de li kolanan digere gelo?
Gelo hûn dê ji bo van kesên ku ji ber axaftina bi Kurdî cîranê xwe lînç kiriye, delîl dizîne û li qereqolê bi awayekî fermî îmze avêtine bin sersariyeke wekî hewldana kuştinê, hiqûqê bidin xebitandin?
Yan jî wekî her carê hûn dê ser vê tundiya nîjadperest bigirin?
Em dê heta dawiyê li dijî vî sûcê ku di bin siya cilên fermî, zincîra îhmalkariyê ya li qereqolê û lêgerîna edaletê ya malbata Işik de hatiye kirin, li cem wan bin.”
Daxuyaniya Parêzgariyê
Parêzgariya Êlihê jî ragihand ku nûçeya "malbatek ji ber axaftina bi Kurdî hatiye derbkirin" ne rast e.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hat diyarkirin ku li ser angaşt û weşanên wekî "Malbatek ji ber axaftina bi Kurdî hat derbkirin û wê malbatê serî li ÎHDyê da. Polîs B.N.yê ku êrişî malbata Işik a cîranê xwe kir, malbat derb kir û dest danî ser telefonên wan. Tundiya polîsê ku gef li malbatê xwaribû di dîmenan de cih girt" pêwîst hatiye dîtin ku ji bo agahdarkirina rast a raya giştî daxuyaniyek bê dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Birêvebiriya Ewlehiyê ya Parêzgehê li ser mijarê lêkolîn kiriye û ev agahî hatin parvekirin:
"Di encama lêkolînê de, wekî ku tê angaştkirin, têkiliya bûyerê bi bikaranîna zimanê Kurdî yan jî sedemên din ên ku tên îdiakirin re nîne.
Hat tesbîtkirin ku hevjîna polîs B.N. li ser nifûsa Mêrdînê tomarkirî ye, dê û bavê wê li Êlihê dijîn û ti nerehetiya polîs û malbata wî ji ber axaftina bi Kurdî nîne.
Hat fehmkirin ku bûyera di navbera polîs B.N. ê ku li Êlihê wezîfedar e û malbata Işik a cîranê wî ku di heman apartmanê de dijîn, ji lihevnekirineke taybet pêk tê ku ji ber deng û têkiliyên cîrantiyê derketiye û ev demeke dirêj e dewam dike.
Hat diyarkirin ku B.N. ji ber kiryarên 'derbkirin', 'gef', 'heqaret', 'ziyandayîna mal' û ' gefxwarina bi nîşandana çekê' yên ku ji aliyê cîranên wî ve li hemberî wî û malbata wî hatine kirin, berê 3 caran serî li meqamên dadî daye û mijar ji xwe derbasî meqamên edlî bûye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin polîs B.N. ji ber van alozî û bûyerên ku bi cîranê xwe re jiyaye daxwaznameya tayînê daye û xwestiye ji bajêr here.
Her wiha hat gotin, "Ji raya giştî re bi rêzdarî tê ragihandin ku guh nedin van cure îdiayên bêçavkanî yên ku rastiyê nîşan nadin û armanc dikin ku raya giştî bixapînin."


