Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Fatîh Tançalanê ku li ser medyaya civakî bi navê "Qere Heyderê Wanî" tê naskirin hat desteserkirin.
Ew li navçeya Bergiriyê ya Wanê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê li ser wî lêpirsînek da destpêkirin.
Mehmet Fatîh Tançalan bi tohmeta "heqaret li miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û sazî û dezgehên dewletê kiriye" tê tohmetbarkirin.
Polîsan bi ser mala wî ya li Bergiriyê de girt û ew desteser kir.
Lêpirsîn li ser parvekirinên wî yên medyaya civakî tê kirin.
MASAK dê lêkolînê li ser zêrên wî bik
Beriya niha dîmenên daweta wî li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin.
Di wan dîmenan de diyar dibû ku bi kîloyan zêr bi bûkê ve kirine.
Ev zêrên zêde jî ketin ber çavê dewletê û bûn mijara lêkolînê.
Ji bo zanîna çavkaniya wan zêran û lêkolîna darayî, daxwaz ji Komîteya Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) hat kirin.
Dê MASAK li ser mal û milkên wî lêkolîneke hûr bike.
Tançalan niha li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê tê ragirtin.
Kar û barên wî yên yasayî didomin.

