Hewlêr (Rûdaw) - Malnîşîn û karkerên li sê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan didin.
Ew ji ber xerabiya rewşa jiyana xwe û derxistina ji kar kom bûn.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li ser rewşa xerab a jiyanê û paşguhkirina daxwazên wan ji aliyê b malnîşîn û karkerên ve çend xwenîşandan hatin lidarxistin.
Li Îlamê karker ji kar hatin derxistin
Li Îlamê karkerên kargeha Pûya Nexê nerazîbûna xwe anî zimên.
Ew ji ber derengketina meaşên xwe yên çend mehên borî, derxistina 150 karkeran a bê sedem û girtina kargeha wan kom bûn.
Wan karkeran li ber avahiya Parêzgeha Îlamê dirûşmên cuda berz kirin.
Her wiha malnîşîn li Kirmaşan, Sine û Îlamê daketin kolanan.
Ew ji ber kêmiya meaşên xwe, pirsgirêkên çareseriya bijîşkî û paşguhkirina daxwazên xwe kom bûn.
Perestar û karmend jî daxwaza mafên xwe dikin
Bi sedan perestar û karmendên tenduristiyê yên parêzgeha Sineyê û Nexweşxaneya Îmam Eliyê ya li Kirmaşanê kom bûn.
Ew ji ber xerabiya debara jiyanê, nedayîna meaşan û xirab birêvebirina zanîngehên zanistên bijîşkî derketin derve.
Karmendan xwest ku demildest li daxwazên wan were guhdarîkirin.
"Sond û peyman bes e, sifreya me vala ye"
Li gorî agahiyan, xwenîşanderan bi gotina dirûşmên wekî "Sond û peyman bes e, sifreya me vala ye" nerazîbûna xwe anî zimên.
Karker, malnîşîn û perestar dibêjin, divê demildest daxwazên wan werin bicihanîn.
Li gel xwenîşandanên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, malnîşînan li çend bajarên din ên Îranê jî bi heman armancê xwenîşandan li dar xistin.



