کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan / Wêne: Arşîv

Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Hevserokên DEM Partiyê ji Serok Barzanî re sersaxî xwest

RÛDAW

RÛDAW

09-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW09-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji ber koça dawî ya Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ji malbata Barzaniyan û gelê Herêma Kurdistanê re sersaxî xwest.

Hevserokên DEM Partiyê ji ber koça dawî ya mezinê malbata Barzaniyan peyama sersaxiyê weşand.

Hatîmogullari û Bakirhan di peyama xwe de ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê re sersaxî û hêviya sebrê xwestin.

"Wî mîrateke mezin li pey xwe hişt"

Di peyamê de hat diyarkirin ku Şêx Ebdulwehîd neviyê Şêx Ebdulselam Barzanî ye û endamekî bi rûmet ê malbata Barzaniyan e û di dîroka Kurdan de cihekî taybet girtiye û wiha hat gotin:

"Şêx Ebdulwehîd dê bi nav û bîranîna xwe bijî. Wî mîrateke mezin û bîranîneke manewî li pey xwe hişt ku dê her tim bi rêzdarî were bibîranîn."

Di peyamê de ji bilî sersaxiyê wiha hat gotin:

"Ev ne tenê êşa malbatekê ye. Ev êşa me hemûyan e. Di rojên dijwar de êşa me yek e."

Hatîmogullari û Bakirhan peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir:

"Xweda rehma xwe li Şêx Ebdulwehîd bike û cihê wî bihuşt be.”

Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî 4ê Îlona 2026an ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Pirsên