Amed (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçuk Mizrakli piştî ku ji Zindana Edîrneyê hat berdan, bi şev gihîşt bajarê xwe Amedê û ji aliyê heval, dost, hezkirên xwe û siyasetmedaran ve hat pêşwazîkirin.
Dr. Selçuk Mizrakliyê ku piştî 7 salan ji girtîgehê derket, li Balafirgeha Amedê ji aliyê malbata xwe, endam û parlamenterên DEM Partiyê û xelkê herêmê ve bi kulîlk, dirûşm û çepikan hat pêşwazîkirin.
Welatiyên ku li balafirgehê civiyan, kêfxweşiya xwe ya ji bo derketina Mizrakli anîn ziman.
“Ji vî çakêtê li ser min bêhna Selahattîn Demîrtaş tê”
Selçuk Mizrakli li balafirgehê di daxuyaniya xwe ya yekem de behsa hevalê xwe yê zindanê, Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş kir û got:
"Binêrin, dema ku qasek berê hevalan çakêtê min maç kir, hûn dizanin çi gotin? Gotin 'Ji te û ji vî çakêtê li ser te hê jî bêhna Selahattîn Demîrtaş tê.'"
Kêfxweşî û xemgînî di heman demê de
Welatî û siyasetmedarên ku ji bo pêşwazîkirina Selçuk Mizrakli hatibûn balafirgehê, ji aliyekî ve ji ber azadbûna Mizrakli kêfxweş bûn lê ji aliyê din ve ji ber ku Selahattîn Demîrtaş hê jî li zindanê ye xemgîn bûn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku gel li hêviya Demîrtaş e û got:
"Ji ber ku Silhedîn başqan derneketiye xelk xemgîn e. Gelê me li benda Silhedîn başqan e, ji ber wê diêşe."
Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê destnîşan kir ku biryarên girtinê siyasî ne û biland:
"Hemû bi biryarên siyasî di zindanê de ne. Di vî aliyî de divê saetekê jî, deqeyekê jî di zindanê de nemînin. Em vê baş dizanin."
Welatî Bîngol Demîrogluyê jî hêviya xwe ya ji bo derketina Demîrtaş bi vî rengî anî zimên:
"Ez dibêjim înşalah namîne hefteyeke din Silhedîn jî bê berdan."
Ji hilbijartinên 2019an heta Zindana Edîrneyê
Dr. Adnan Selçuk Mizrakli di hilbijartinên şaredariyan ên sala 2019an de bûbû Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Lê belê piştî ku 4 mehan li ser karê xwe ma, ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve ji peywirê hat dûrxistin û şûna wî qeyûm hat danîn û hat girtin.
Mizrakli di Zindana Tîpa Fyê ya Edîrneyê de bi Selahattîn Demîrtaş re girtî bû.


