Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji 16 gumanbarên ku ji dosyeya bav û keça wî ku beriya 14 salan hatibûn kuştin hatibûn desteserkirin, 3 ji wan hatin girtin.
Li gundê Hebîsê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 26ê Adara 2012an Îsmaîl Akin (62) û keça wî Elîf Akin (10) li zeviyekê kuştî hatibûn dîtin.
Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de ji nû ve hatibû destpêkirin berdewam dike.
Di operasyonên li 4 bajaran de 3 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsînê de li 4 bajaran operasyon hatin kirin.
Kar û barên 16 gumanbarên ku hatibûn desteserkirin li fermandariya cendirmeyan bi dawî bûn.
Gumanbar sewqî dadgehê hatin kirin û ji wan 3 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.
Ji bo gumanbarekî biryara kontrola dadî hat dayîn û yên din hatin berdan.
Akin Gurlek daxuyanî da
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, berê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek dabû.
Gurlek diyar kiribû ku dosyeya Îsmaîl Akin û keça wî Elîf Akina 10 salî ya ku 2012an hatibûn kuştin piştî 14 salan dîsa hatiye vekirin.
Gurlek anîbû zimên ku di encama nakokiyên di îfadeyan de, qeydên HTSyê (Lêgerîna Trafîkê ya Dîrokê) û nirxandina amarên nû de gumanbarên kuştinê hatine tesbîtkirin û ew di operasyona li 4 bajaran de hatine desteserkirin.



