Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê hinek kesan bi demançeyê Aga Uyku û hevjîna wî Hayriye Uyku kuştin û ji bo veşartina sûcê xwe agir berda mala wan.
Li gundê Xormekê yê Depê şeva 7ê Îlonê agir bi mala Aga Uyku ketibû û li gel hevjîna xwe Hayriye Uykuyê di malê de mirî hatibûn dîtin.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûbûn cihê bûyerê.
Piştî ku agir hatibû vemirandin termê her du hevjînan ji bo karên otopsiyê şandibûn Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.
Ji ber ku hinek zêrên malbatê di nav malê de nehatin dîtin û winda bûn, bûyer bi guman hatibû dîtin û dest bi lêkolînê hatibû kirin.
Di rapora otopsiyê de hat destnîşankirin ku berî laşê wan bişewite Aga Uyku û Hayriye Uyku bi guleyan hatine kuştin û tawanbaran pişt re agir berdaye mala wan da ku bûyerê wekî bûyereke şewatê nîşan bidin.
Hêzên ewlehiyê ji bo diyarkirina nasnameya kujeran û girtina wan dest bi xebatan kir.


